Salih Muslim daxwazên Tirkiyê red dike
Hevserokê PYDê Salih Muslim ji ajansa Reuters re ragehand: “Ne ji mafê Tirkiyê ye ku artêşa xwe derbasî nav axa Sûriyê bike, bingeha ku Tirkiyê ji du rojan ve wê topbaran dike, berî niha di bin kontirola Bereya Elnusra debû, heta ku kete bi kontirola YPGê Tirkiyê dest bi toparanê kir.”
Doh 13 Sibatê Serokwezîrê Tirkiyê ji YPGê xwestibû ku ew ji hin navçeyên bakurê Helebê vekişin, lêbelê Salih Muslim ev daxwaza Tirkiyê bi tundî red kir, û got: “Qey Tirkiyê dixwaze ku Bereya Elnusra yan jî Rêjîma Sûriyê ?!”
Tiriyê berdewam radighîne ku ew nahêle ku YPGê destê xwe deynin ser gundewarê bakurê Helebê, herwiha Tirkiyê dixwaze Hevpeymaniya Navdewletî jî wek wê YPGê wek basikê PKKê li Sûriyê bibîne, lêbelê Amerîka, Rûsya û herwiha welatên rojava YPGê ne wek PKKê dibînin û YPGê wek hêzek karîger û hevpeyman di şerê li dijî DAIŞê li Sûriyê wê dibînin û pêwendiyê ligel dikin û gelek caran jî alîakriya leşkerî bi wan re kirine.
Basnews
