Biden li ser YPGê hişyarî da Tirkiyê
Joe Biden piştî berdewambûna êrişên Artêşa Tirkiyê li dijî çeperên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û hêzên hevalbendên YPGê li bakurê Helebê û derdora bajarê Ezazê, pêwendî bi Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu re kir.
Koşka Spî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, Joe Biden bi telefonê bi Ahmet Davutolu re li ser pêşhatên vê dawiyê li bakurê bajarê Helebê û êrişên Tirkiyê li dijî hêzên Kurdî û bi taybet YPGê axivî.
Li gor daxuyaniyê, Biden di vê pêwendiya telefonî de ji Davutoglu xwast, ku Tirkiye dawî bi êrişên xwe yên li dijî hêzên Kurdî li bakurê Helebê bîne û wan êrişan bide sekinandin.
Cîgirê Barak Obama dilhêsayî da Tirkiyê, ku Amerîkayê hemû hewlên xwe xistine kar daku YPG û hêzên Kurdî bi mifawergirtin ji rewşa niha ticihên din nexin bin kontrola xwe.
Ji aliyekê din ve Joe Biden tekezî li ser piştevaniya Washingtonê bo Enqerê di şerê li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de kir û PKK bi rêxistinek terorîstî bi nav kir.
Li gor daxuyaniyê, her du aliyan di vê têkiliya telefonî de tekezî li ser wê jî kirin, ku pêwîst e bo gihîştina alîkariyên mirovî bi koçber û xelkê herêmê yên li Helebê û bakurê Helebê, rêyên ber bi herêmê ve vekirî bimînin.
Biden û Davutoglu herwiha li ser wê yekê jî gotûbêj kirine, ku her du alî, Amerîka û Tirkiye bo rûbirûbûna DAIŞê û jinavbirina wê rêxistinê li Iraq û Sûriyê zêdetir kar bikin.
Her du serkirdeyan amaje bi lihevkirina civîna Munichê ya derbarê rawestandina tundûtîjiyê li Sûriyê jî kirin û tekezî li ser karkirina hevbeş bow ê yekê kirin.
Hat ragihandin, ku ev têkiliya telefonî ya navbera Biden û Davutolu doh şemiyê 13ê Sibatê hatiye encamdan, lê belê naveroka wê îro yekşemî 14ê Sibatê hatiye aşkerekirin.
Rudaw
