• Friday, 20 February 2026
logo

Nûnerê Obama jî li ser YPGê deng kir!

Gulan Media February 14, 2016 Nûçe
Nûnerê Obama jî li ser YPGê deng kir!
Nûnerê taybet ê Serokê Amerîka di şerê DAIŞê de, Brett McGurk jî bang li Tirkiyê kir, êdî êrişî YPGê neke.

Piştî Wezareta Derve ya Amerîkayê, nûnerê Obama di şerê DAIŞê de Brett McGurk jî li hember vê yekê nerazîbûn nîşan da.

Brett McGurk li ser twîttera xwe bang li Tirkiyê kir êdî êrişî YPGê neke.

McGurk her wiha bang li YPGê û hêzên hevpeymanên wê jî kir, aloziyan nekin firsend ji bo pêşdeçûnê.

Nûnerê Obama di twîtteke din de wiha gotiye: “Kurdên Tirkiye û Sûriyê, dijminekî wan ê hevbeş heye, ew jî DAIŞ e. Ji ber wê jî em ji wan dixwazin tenê hizra xwe bidin ser şerê DAIŞê”.

Brett McGurk beriya niha çûbû Kobanî û bi rayedarên YPG û PYDê re hevdîtin kiribû. Li wir fermandeyekî YPGê pilakêtek YPGê dabû wî.

Rudaw
Top