• Friday, 20 February 2026
logo

Fuad Hisên: Rayedarên cîhanî soza alîkariya Kurdistanê dan

Gulan Media February 14, 2016 Nûçe
Fuad Hisên: Rayedarên cîhanî soza alîkariya Kurdistanê dan
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên diyar kir ku di tevahiya civînên Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û rayedarên cîhanê de, soza alîkarîkirina Kurdistanê hatiye dayîn.


Derbarê naveroka hevdîtin û civînên şanda Kurdistanê ya bi serokatiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel bi lîder û rayedarên welatên biyanî yên tevlî civîna Munchenê bûne, Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê Fuad Hisên agahî da rojnamevanan ku di wan hevdîtin û civînan de, behsa şerê DAIŞê, krîza aborî, rewşa penaber û koçberên ku li Başûrê Kurdistanê ne û mijarên pêwendîdar hatine gotûbêj kirin û got, rayedarên Ewrûpî soza wê yekê dan ku kirîza aborî ya Kurdistanê û alîkarîkirina Pêşmerge bixin rojeva Yekitiya Ewrûpayê.

Wî endamê şanda Kurdistanê yê di civîna Munchenê de got, lîder û rayedarên Ewrûpî soz dan ku alîkarîkirina Pêşmerge pir ciddî bigirin û him di nav xwe de him jî di çarçoveya Yekitiya Ewrûpayê de girîngiyê bidinê. Derbarê naveroka hevdîtina Barzanî bi rayedarên Almanya re jî Fuad Hisên got, emê îro bi Partiya Sosyal Demokrat û Wezîrê Derve yê Almanya re jî rûnên. Emê bi wan re jî li ser rewşa Kurdistanê bi taybet krîza aborî gotûbêj bikin.

Serokê Dîwana Serokatiya Kurdistanê li ser naveroka gotara Barzanî di civîna Munchenê de jî got, Serok Barzanî di gotara xwe de dê behsa rewşa Kurdistanê, şerê DAIŞê û serkeftinên Pêşmerge di wî şerî de bike.

Basnews
Top