Li Cizêrê zêdetirî 150 kesan jiyana xwe ji dest dane
Wezîrê Karên Navxweyê yê Tirkiyê Efkan Ala di kongreyeke rojnamevanî de ragihand ku navçeya Cizîra Botanê bi temamî hatiye kontrolkirin.
Her wiha di berdewamiya axaftina xwe de Efkan Ala da diyarkirin ku wê qedexeya çûnhatinê heya demekê berdewam be.
Sererkaniya Artêşa Tirkiyê ragihand ku hêzên wan di operasyona li navçeya Cizîra Botan a ser bi bajarê Şirnexê de 16 endamên ser bi rêxistinên PKKê kuştine û li 8 avahiyên cuda 24 termên endamên wan rêxistinan ketine destên wan.
Li gorî ragihandinên ser bi HDPê jî hate diyarkirin ku di encama êrîşên artêşa Tirkiyê û hêzên ewlekariyê de, li ser avahiyên taxa Cûdî ya Cizîra Botan, bêhtir ji 155 kesî jiyana xwe jidest dane, ku piraniya wan xelkên sivîl in û heta niha termên 82 kesan ji wê derê hatine derxistin û 70 ji wan terman li nexweşxaneyên Silopî, Şirnex, Mêrdîn û Rihayê hatine belavkirin.
Ew ragihandin dibêje di nava 4 rojên dawiyê de, 70 termên ku li jêrzemînên Cizîra Botan hatibûne kuştin ji bo bajar û navçeyên derdorê hatine şandin, 36 ji bo odeyên cemîdokê yên Deriyê Xabûr ê di navbera Bakur û Başûrê Kurdistanê de, ku girêdayî navçeya Silopiyê ye, hatine rêkirin û 28 Rihayê, û yên din jî ji bo nexweşxaneyên Mêrdîn û Şirnexê hatine şandin.
Li gorî medyaya civakî ya internêtê, hêzên ewlekariya Tirkiyê xaniyan bi ser termên kuştiiyan ve diroxînin, yan jî wan dişewtînin, da ku lêkolîna bijîşka dadwerî zehmet bibe, herwiha dibêjin heta niha hejmareke mezin ji birîndaran li jêrzemînan in, û li benda ambulansan dimînin.
Derbarê dozên ku ji aliyê malbatên qurbaniyên şer û birîndarên ku li jêrzemînan, hatine vekirine, Dadgeha Mafê Mirovan a Yekîtiya Ewropa AHÎMê ji Tirkiyê xwest ku heta roja 15ê Sibatê derbarê wan tometên, di nav wan dozan de, ku li dijî wê hatine rakirin, berevaniya xwe ya berfireh ji wê re pêşkêş bike.
Li aliyekî din û li gorî medyaya Tirkiyê hate diyarkirin ku roja 12yê Sibatê, êrîşek bi guleyan li dijî Qaymeqamtî û avahiya polîsên navçeya Nisêbîna Mêrdînê hate kirin û di encamê de polîsek birîndar bûye.
Rudaw
