Tirkiye di dana vîzeyê bo Iraqê de guhertinan dike
Tirkiyê di sîstema dana vîzeyê ya bo Iraqe de, hinek guhertin kirin. Li gorî sepandinên nû êdî li deriyê sinor, dana vîzeyê rabû. Ji Balyozxane û nûnertiyan dê vîze were dayîn. Karsaz ji vê sepandina nû ne gelekî kêf xweş in.
Tirkiye ev demek e ku hem bo ewlehiyê hem jî bo hatina penaberên qaçax biryarek da. Li gorî vê yekê êdî vîze li ber deriyê sînorê wê neye dayîn. Ji balyozxane û nûnertiyan wê vîze were dayîn. Herwiha li ser e- vîze jî tê axaftin.
Karsaz jî dikevin ber vê biryara nû. Ev yek jî karsazên ku li Iraqê kar dikin aciz dike. Piştî Almanyayê bazara hilberîna mezin bo Tirkiyeyê Iraq û Herêma Kurdistanê ye.
Tê gotin ji xwe hilberîna di navbera Tirkiye û Iraqê de ji ber rageşiya herêmê kêm bûye. Eger ji bo karsazan cudahiyek neyê kirin di warê dana vîzeyê de wê hilberîna Tirkiyeyê zerarê bibîne.
Balyozê Bexdayê yê Tirkiyê Faruk Kaymakçı diyar kir ku di sala 2015an de 160 hezar welatiyên Iraqê li Tirkiyeyê qaçax mane. Herwiha 90 hezar kes jî bi awayê qaçax çûne Ewropayê.
Hat ragihandin ku di sala 2014an de, hilberîna Iraqê 14 mîlyar dolar bû. Di sala 2015an de, jî hilberîn daket 8,5 mîlyar dolar e. Herwiha hilberîna meha Rêbendana îsal li gorî meha rêbendana sala çûyî paş de maye.
K24
