'Şîe dixwezin Kurdan li Bexdayê derbixin'
Endamê lîsta PDKê li Parlamentoya Iraqê Dr. Erefat Kerem ji BasNewsê re ragehand: ‘’Rewandina karmendîn ewlehiyê yên Serok Komarê Iraqê Fuad Mehsûm, ji aliyê milîsên Tirkmenê Şîe we êrîş kirina ser Kurda ye.’’ Di berdewama axaftina xwe de got: ‘’Fuad Mehsûm tenê Serok Komarê Iraqê nîne, nûnerê Kurde jî. Ji ber vê dixwezin Kurd li Bexda bi zorê bînin ser xeta xwe. Eva belgeye ku li ser milîsên Şîe metirsîdarin û milîsên çepelin û li gor kêyfa xwe êrîş dikine ser xelkê. Rewandina Kurd di rêya Kerkûk û Bexdayê de berdewam dike û ewane buyerên metirsîderin û di pêşerojde dibe ku Kurd li hember wan buyeran helwêsteke tund nîşanbidin.’’
Herwaha li gor baweriya wî endamê Encûmenê Nûneran ê Iraqê, rewandina wan karmendên ewlehiyê yên Serok Komariyê siyasetekî taybet li pişt heye û Şîe dixwazin Kurd, li Bexda derbikevin û vala bikin. Herwaha dixwazin Sunne jî Bexdayê vala bikin û dixwazin Bexda tenê bo Şîe bimîne û bibe paytexta Şîeyan.
Erefat Kerem diyar kir: ‘’Eger Mam Celal naha Serok Komar ba helwêsta YNKê û ya hemûyan pir tûnd dibû. Lê nizanim sedem çiye naha bi vî awayî bê dengin? Armancekî xirap heye. Di navçeyê de hindek Şîe hene û dixwazin pêgeha xwe bi hêz bikin. Di wan rojane de Navenda Îmam Xumeynî li Kerkûkê vekirin û armancekî Îdeolojîk li pişte. Pêwîste Heşdî Şeibî rêz li Kurdan bigre. Daxwaz li YNKê dikim bi tûndî li hember vê kiryarê tevbigerin û vê sivikatiya li Kurda tê kirin qebul nekin. Êrîş kirina ser karmendên Serok Komariyê, êrîş kirina ser Kurde.
Basnews
