• Friday, 20 February 2026
logo

‘Beşdarbuna rêveberên Tevgera Goran a li salyadê şoreşa Îranê’

Gulan Media February 13, 2016 Nûçe
‘Beşdarbuna rêveberên Tevgera Goran a li salyadê şoreşa Îranê’
Ji ber ku beşek pir ji rêveberên Tevgera Goran beşdarî merasîma salyadê şoreşa Îranê ya li bajarê Silêmaniyê bun, beşek ji çavdêr û nivîskaran rexneyên tûnd li Tevgera Goran kirin.

Di dawiya hefteya derbasbuyî de li bajarê Silêmaniyê, bi amadebuna rêveberên Tevgera Goran û YNKê salyadê şoreşa îslamî ya Îranê hate pîroz kirin. Beşdarbuna wê merasîmê bê ku helwêstên bi salane Îran li hember doza Kurd nîşandide li ber çav nehatin girtin.

Di vê derbarê de nivîskar û lêkolînwanê îslama siyasî Soran Sêwkanî, di tora xwe ya civakî ya facebookê de diyar kir: ‘’Hemû rêveberên Tevgera Goran di pîrozbahiya salyadê şoreşa Îranê de amadebun, herwaha Yêkgirtuyên Îslamî jî. Diyare baş ronî bu ku siyaset zanîna hewsengiyane dinavber zerer û sûd de, ne pehlevan baziye.’’

Sêwkanî got: ‘’Pir tiştekî asayiye ku em li gel Tirkiyê û Îranê cîranekî baş bin. Bi sedema pirsgirêka hêz û sedemên erdnîgariya siyasî ya Kurdistanê, Ji ber ku em naçarin li gel wan xwe şirîn bikin. Her çend mafên neteweya me Dixon, lê siyaset waha ye. Pêwîste biryara zihmetiyan daqurtînî li gel te hebe, ne xapandin, ne bi lêdan û hestyarî ‘’

Komara Îslamî ya Îranê li sinorê parêzgeha Silêmaniyê û Kerkûkê, ji bo salyadê şoreşa îslamî ya Îranê zincîre çalakiyek bi alîkariya YNKê pêkanîn û li Kerkûkê jî navendekî binavê werzîş û rewşenbîrî ya Îmam Xumeynî hate avakirin ku li gor baweriya fermandarekî Pêşmerge, ew navende civanên Kerkûkê ji bo ku bike çekdarê heşdî Şeibî û rastûrast bike Îranî hatiye avakirin.

Basnews
Top