3 pasewanên Serokomarê Iraqê hatin revandin!
Duh danê êvarê hat gotin ku sê pasewanên tabûra parastina Serokomariya Iraqê, dema ji gundê Amirlî yê girêdayî bajarokê Xurmatû yê Kerkûkê derbas dibûn, hatine revandin.
Ev bûyer ji aliyê Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm ve hat piştrastkirin. Serokomar Mehsûm li ser vê yekê daxuyaniyek da û got, di nav wan pasewanên ku hatine revandin de, efserek jî heye.
Di daxuyaniyekê de ku kopiyek ji Rûdawê re hatiye şandin, hatiye gotin ku rayedarên ewlehiyê yên Kerkûkê û Heşda Şeibî (milîsên şîe) hatine agahdarkirin û ji wan hatiye xwastin ku derheqê bûyerê de lêkolîn bikin.
Her wiha hat gotin ku Serokomar Fuad Meshûm bi xwe jî li pasewanên xwe digere.
Heta niha nayê zanîn kê ew pasewan revandine û çi hatiye serê wan.
Rudaw
