• Tuesday, 19 May 2026
logo

Nûnerê Obama behsa alîkariya darayî ji bo Kurdistanê dike

Gulan Media February 13, 2016 Nûçe
Nûnerê Obama behsa alîkariya darayî ji bo Kurdistanê dike

Nûnerê Serokê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DIŞIê Brett McGurk daxwaz ji Kongirês kir jibo alîkariya Kurdistanê bike di aliyê abûrî de, bi taybet di dema ku Pêşmerge şerê DIŞIê dike.

Brett McGurk li pêşiya Komîteya Pêwendiyên Derve ya Kongirês daxwazek arasteyî Kongirês kir û behsa pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêr herwiha nakokiyên nav mala Kurdî kir.

Brett McGurk derbarê bûdceya Pêşmerge got: “400 milon dolar kêmanî heye, mehane Pêşmerge pêwîstî 50 milyon dolare jibo dana mûçe, lewma bigiştî em dixwazin mamleyê li gel vê pirsgirê bikin, em karin şêwira Benka Cîhanî û Sidoqa Diravî ya Navdewletî û rêxistinên darayî yên din ên navdewletî. Bê goman divê pêdawîstiyên Kurdan di şerê DIŞIê weren peyda kirin, ez dê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Munich bibînim.”

Derbarê Hêzên Kurdî û nav mala Kurdî got: “Dema ku DIŞIê li ber derî bû Kurd yekgirtîbûn, Kurdên Sûriyê û Kurdên Iraqê yekgitbûn, bitaybet dema şerê Kobanê ku Pêşmerge çûn wî bajarî di seetek dîrokî de ku ez bi xwejî beşek ji wê demê bûm, lêbelê niha DIŞIê hindekî dorî deriyê Kurdan ketiye nakokî dinav kurdan hene, nakokî di nav Kurdên Sûriyê û Iraq de hene. Peyama me bo wan ew e ku, heta niha şerê DIŞIê bidawî nebûye, temeî sînorê Kurdistana Başûr ji aliyê DIŞIê vet ê kontirol kirin, heta ku rewşek wisa hebe, wê rewş ne aram be, şîreta me bo wan ewe yekgirtûbin, lê divê em alîkariya wan bi ware darayî de bikin, ez vê yekê ji Kongirês hêvî dikim.”
Top