• Friday, 20 February 2026
logo

Karter: Hêzekê ji NATOyê dişînin Iraqê

Gulan Media February 12, 2016 Nûçe
Karter: Hêzekê ji NATOyê dişînin Iraqê

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê radigehîne, hêzekê NATOyê dişînin Iraqê bo şerê DAIŞê. Derbarê PYDê jî, em ligel Tirkiyê ne hev nêrîn in.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerîkayê Aşton Karter piştî civîna li Bruxselê ragehand ku, ew bo şandina hêzeke leşkerî ji NATOyî bo Iraqê bo şerê DAIŞê rêkeftine.

Karter got jî: “Hilmeta me bo jinavbirina DAIŞê berdewam e, ev rêxistên dê were jinabirin, heger çi li Sûriyê jî bibe.”

Herwiha Karter ragehand jî, welatên Hevpeymaniya Navdewletî li DAIŞê, dê êrîşên xwe xurtir bikin, da ku bi zûtirîn dem DAIŞ li mûsil (Iraq) û Reqayê (Sûriye) were jinavbirin.

Karter amaje bi helwesta Tirkiyê ya derbarê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir û got ku, ew ligel Tirkiyê ne yek nêrîn in.

K24
Top