• Friday, 20 February 2026
logo

Hikûmeta Sûriyê xortekî Qamişlo îdam kir

Gulan Media February 12, 2016 Nûçe
Hikûmeta Sûriyê xortekî Qamişlo îdam kir
Hikûmeta Sûriyê piştî ku ew 4 sal bûn xortekî Kurd ê ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bi tohmeteke siyasî girtibûn, ew îdam kir û cenazeyê wî radestî malabata wî kir.

Çavkaniyeke taybet ji bajarê Qamişlo ji Rûdawê re ragihand, ku Hikûmeta Sûriyê ciwanê Kurd ê bi navê Şêrzad Edhem Mihemed îdam kiriye û cenazeyê wî teslîmî malbata wî kiriye.

Li gorî çavkaniyê, Şêrzad Edhem Mihemed berî 4 salan li bajarê Qamişlo ji aliyê hêzên Hikûmeta Sûriyê ve bi tohmeteke siyasî hatibû girtin.

Li gorî heman çavkaniyê, ciwanê naborî 4 salan di girtîgeha Hesekê de girtî mabû û paşê ber bi girtîgeha bajarê Şam a paytext hatibû veguhestin.

Çavkaniyê da zanîn ku li Şamê, Şêrzad Mihemed bi îdamê hatibû mehkûmkirin. Piştre Hikûmeta Sûriyê ew îdam kir û cenazeyê wî jî li Qamişlo teslîmî malbata wî kirin.

Rudaw
Top