• Friday, 20 February 2026
logo

‘Vexwendina Serokê Herêmê îtîrafeke’

Gulan Media February 12, 2016 Nûçe
‘Vexwendina Serokê Herêmê îtîrafeke’
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermî bo Kongreya Munchenê hat vexwendin û çavdêrekî siyasî jî dibêje ew vexwendin îtîrafeke welatên rojava ye ji ber giringiya pêgeha Herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê de.

Mamostayê Zanîngehê û çavdêrê siyasî Dr. Salih Mela Umer Îsa ji malpera KDP.info re ragihand: “Vexwendina Serokê Herêma Kurdistanê ji bo kongreyê nîşana wê yekê ye ku wek faktoreke girîngî û bi bandore di berqerarkirin û belavkirina asayişa cîhanî de û dive derfetek bo Kurdistanê heta ku di wî kongireyî de behsa şerê xwe li dijî rêxistina terorîstî ya bi navê DAIŞê bike û bibe sedema wê yekê ku welatên din ên cîhanê ji aliyê darayî û çek û teqemeniyan zêdetir alîkariya Hêzên Pêşmerge bikin û her waha behsa koçberên Herêma Kurdistanê bê kirin.”

Ew mamosteyê zanîngeyê di wê baweriyê de ye ku eger zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê were kirin dê karibe pir asanî bi ser wê rixistina terorê de bi ser keve û dê bibe sedem ku ew koçberên ku berê xwe didin Ewropa û jiyana xwe dixin nav metirsiyê de, vegerin ser mal û hale xwe û bandorê li ser berjewendiyên welatên rojava dike.

Herwiha amaje bi awayê defakto û siyasî kir û got ku Herêma Kurdistanê û Bexda ji hev veqetya ne û Bexda ne tenê pereyên Kurdistanê jê re naşîne, lê belê alîkariya Hêzên Pêşmerge jî nake di şerê li dijî DAIŞê de û welatên rojava jî dizanin ku rola Pêşmerge ji ya hêzên Iraqê zêdetir e û hejmarek zêde ji koçberên Iraqê jî berê xwe dane Kurdistanê.

Dr. Salih wiha got: “Welatên rojava îtîrafê bi wê yekê dikin ku Herêma Kurdistanê roleke girîng dibîne û ew rastî qebûl kirine, ji ber ku jibilî vexwendina Serokwezîrê Iraqê, Serok Barzanî jî bo kongir hatiye vexwendin.”

Basnews
Top