YNKê piştgîrî da referandoma serxwebûnê!
Êvariya duh Polîtboruya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) bi serpireştiya Alîkarê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî û bi amadebûna Alîakrê Duyem ê Sekreterê YNKê Berhem Salih û hemû endamên polîtboruyê civînek lidarxist.
Li gor medyaya fermî ya YNKê di civînê de gotûbêj li ser rewşa niha ya Herêma Kurdistanê hat kirin û behsa kirîza darayî, arîşeyên niha yên çaresernekirî yên Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokatiya Parlamentoyê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û mijara referandomê hat kirin.
Di civînê de polîtborouya YNKê çend biyrar dan û di daxuyaniyekê de hatin aşkerekirin.
Polîtboruya YNK di daxuyaniyekê de ragihand: “YNK herdem ligel mafê çarenivîsa netewa me ye, ji ber wê jî em tekez dikin ku di rewşek guncaw de em li Kurdistanê referandomê bi mafê demokrasî û yasayî yê gelê xwe dizanîn.”
YNK herwiha dibêje: “Em li benda gelên Ereb, Tirkman û xelkê din ên Iraqê û herêmê ne jî, di bidestxistina vî mafî de piştgîriyê bidin gelê Kurdistanê.”
Herwiha YNKê tekezî li ser piştgîriya xwe bo hikûmetê nîşan daye, daku ji wê qonaxa dijwar bi serkevtî derbas bibe. YNK wiha dibêje: “Em daxwaz ji hemû aliyan dikin, ku di wê rewşa zehmet a cemawer de, em hevanehg bin bo cîbicîkirina daxwazên xelkê û di heman demê de jî em piştevanê hikûmetê jî bin bo derbasbûna ji wê qonaxa dijwar ku ezmûna me têde derbas dibe, bi taybet ku Pêşmerge di şerekî xînawî de ye li dijî DAIŞiyên komkuj, dever jî di nava egerên cur bi cur ên siyasî û guhertinê de ye.”
Di daxuyaniyê de YNK daxwaza aktîvkirina Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina rasteqîne ya arîşeyên navbera aliyan dike.
Polîtboruya YNKê amaje bi kirîza darayî ya li herêmê dike û bo çareserkirina wê kirzî tekezî li ser berdewamiya gotûbêjan li gor projeyeke nû ya aborî û siyasî dike. Herwiha daxwaz dike, ku zelalî di çawaniya firotina petrol, gaz, girêbest û dahatên wan de heye û ji raya giştî re were zelalkirin.
YNK herwiha behsa kêmkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dike û daxwaz dike, ku mûçe neyên kêmkirin û eger tê kêmkirin jî, bi awayekê be, mûçeyên kêmdahatan neyê kêmkirin.
Rudaw
