PYD: Dibe ku Tirkiye êrişî Rojavayê Kurdistanê bike
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di hevpeyvîneke vê dawiyê ya xwe de got, metirsî heye ku Tirkiye li Sûriyê destwerdana leşkerî bike û alîkariya komên çekdar ên girêdayî xwe bike.
Salih Muslim got, tirsa wê yekê heye ku Tirkiye û komên çekdar ên girêdayî Enqerê bi hev re êrîşî herêmên kurdî bikin.
Muslim herwiha amaje bi derbasbûna hêzên kurdî bo aliyê rojavayê çemê Firatê kir û da xuyakirin, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bêyî Amerîka derbasî rojavayê çemê Firat nabe.
Hevserokê PYDê diyar kir ku xema wan a herî mezin ew e ku Tirkiyê bi hêza xwe ya leşkerî derbasî Sûriyê bibe û bikeve nava şer.
Di van demên dawiyê de têkiliyên navbera Amerîka û PYDê xurttir bûne. Di dema hevdîtinên konferansa Jenêv-3 de, Nûnerê Serokê Amerîka Brett McGurk serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi rayedarên YPGê û PYDê re hevdîtin pêk anîbûn, ew jî bûbû cihê nerazîbûna Tirkiyê.
Li ser nêzîkbûna di navbera PYDê û Amerîka de jî, Erdogan bi zimanekî tund rexne li Amerîka girtibû û gotibû, yan em yan jî PYD, ji xwe re yekî hilbijêre. Erdogan gotibû: “Em hevpeymanê we ne, yan terorîstên li Kobanî.”
Rudaw
