Di sê rojan de 70 terim birin nexweşxanê
Li gor agahiyan li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê îro 31 cenazê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ragihand, ew cenaze ji kolana Beyazît a taxa Sûrê ji avahiyeke hatine veguhestin û dibe ku hejmara cenazeyan zêdetir be.
Faysal Sariyildiz diyar kir ligel 31 cenazeyên îro di heyama 3 rojan de ji taxa navborî herî kêm 70 cenaze bo nexeşxaneyê hatine veguhastin.
Li navçeya Cizîrê ji 14ê Berfanbara 2015an ve qedexeya derketina derve didome.
Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala ragihand ku operasyonên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê îro bi awayekî “serkeftî” bidawî bûn.
Ala herwiha anî ziman ji bo xebatên lêgerîn û lêkolînê qedexeya derketina derva dê hinekê berdewam be.
Rodaw
