• Friday, 20 February 2026
logo

Li Cizîrê operasyonên dewletê bidawî bûn

Gulan Media February 11, 2016 Nûçe
Li Cizîrê operasyonên dewletê bidawî bûn

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala ragihand ku operasyonên li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi awayekî “serkeftî” bidawî bûn.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala îro bersiva pirsên rojnamevanan da û got operasyonên 14ê Berfanbara 2015an destpêkirî îro beriya nîvro bidawî bûn.

Efka Ala derbarê rakirina operasyonên li Cizîrê de wiha got:
"Îro, li Cizîrê operasyonan bidawî bûn û pir bi serkeftî. Ji niha şûnda fealiyetên lêkolîn û lêgerînê dê dewam bikin. Mîna Sîlopiyê, qedexeya derketina derva dê ji bo qederekê jî bê dewamkirin. Ji ber ku dafik hene, dibe ku li hin deveran mayîn hebin ku dê zirarê bide mirovên me.

Ala herwiha diyar kir ji bo xebatên lêgerîn û lêkolînê qedexeya derketina derva dê hinekê berdewam be.
Top