Piştî ku roja çarşem 10.02.2016 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê di derbarê proseya çaksaziya bingehîn û bi mebesta zêdetir rêxistina karubarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çareserkirina kêmasiyên li nav saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand û komek biryarên taybet derxist, bi navê bi cîhkirina wan biryarên Serok Barzanî niha kar li ser damezrandina desteyekî taybet tê kirin ku ji kesên pîspor û şareza tê pêkanîn bo ku biryaran bi cîh bikin û duvdaçûnê ji bo wan bikin.
Fuad Husên
Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
11.02.2016