Ew jî hêrs bû: Em çi tînin serê Qendîlê emê bînin serê YPGê jî!
Her ku diçe pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê ji ber PYD û YPGê aloztir dibin.
Rayedarên Tirk bi taybet Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, çend car in gazî Amerîka dike û dibêje: Yan me hilbijêrin yan jî PYD/YPGê. Li Erdogan, PYD û YPGê jî mîna PKKê “terorîst” in û nabe Amerîka piştgiriya wan bike.
Herî dawî, berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Mark Toner bersiva rayedarên Tirk dabû û gotibû, Amerîka, PKKê wek rêxistineke terorîstî dibîne û Tirkiyê jî di şerê li dijî wê de mafdar dibîne lê YPG/PYD ji PKKê cuda ye çimkî ew şerê rêxistina terorîstî ya DAIŞê dikin û di wê de jî serkeftî ne lewma Amerîka dê piştgiriya wan bike.
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu jî li Hollanda, piştî hevdîtina bi Serokwezîrê wî welatî re daxuyaniyek da û ragihand, PYD bi rêjîma Sûriyê re hevkariyê dike û bi alîkariya Rûsyayê, êrişî sivîlan dike, mafên mirov binpê dike ji ber wê jî em wê wek rêxistineke terorîstî dibînin û divê dostên me jî li kêleka me bin. Mafê me heye em ji Amerîka, ku dost û hevpeymanê me yê stratejîk e, bixwazin helwesta xwe di vê mijarê de zelal bike.
Davûtoglu gef li PYDê jî xwar û got, me çi aniye serê DAIŞ û Qendîlê emê bînin serê wan jî!
Rudaw
