• Friday, 20 February 2026
logo

Barzanî dê li Mûnîxê bi Kerry û nûnerê Obama re hevdîtin bike

Gulan Media February 11, 2016 Nûçe
Barzanî dê li Mûnîxê bi Kerry û nûnerê Obama re hevdîtin bike
Di kevana civîna ewlehiyê ya Mûnîxê (Almanya) de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dê bi rayedarên amerîkî û hinek welatên din re hevdîtin bike.

Civîna ewlehiyê ya Mûnîxê, ku her sal li bajarê Mûnîxê yê Almanya tê lidarxistin, dê sibê dest pê bike û du rojan bidome.

Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ji bo wê civînê hatine vexwandin.

Nûnerê Serokê Amerîka di şerê DAIŞê de, Brett McGurk li ser twîttera xwe ragihandiye, ew û Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dê li Mûnîxê bi Barzanî û Ebadî re hevdîtin bikin.

Barzanî par ji ber şerê DAIŞê tevlî civîna Mûnîxê nebibû.

Di civîna Mûnîxê de, lîder û rayedarên welatên cîhanê li ser arîşeyên ewlehiya cîhanê û rêkarên nehîştina wan arîşeyan gotûbêj dikin.

Îro li Mûnîxê, civîna welatên dostên Sûriyê tê lidarxistin û dê li ser rewşa Sûriyê û çawaniya nûdestpêkirina civîna Jenêvê were axaftin.

Sêyemîn civîna Jenêvê (Jenêv-3), roja 29ê meha borî ya îsal dest pê kiribû lê piştî 5 rojan cardin hatibû paşxistin. Li gorî ku nûnerê NY yê Sûriyê gotibû, Jenêv-3 dê 25ê vê mehê dîsa dest pê bike.

Rudaw
Top