Barzanî dê li Mûnîxê bi Kerry û nûnerê Obama re hevdîtin bike
Civîna ewlehiyê ya Mûnîxê, ku her sal li bajarê Mûnîxê yê Almanya tê lidarxistin, dê sibê dest pê bike û du rojan bidome.
Serok Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ji bo wê civînê hatine vexwandin.
Nûnerê Serokê Amerîka di şerê DAIŞê de, Brett McGurk li ser twîttera xwe ragihandiye, ew û Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dê li Mûnîxê bi Barzanî û Ebadî re hevdîtin bikin.
Barzanî par ji ber şerê DAIŞê tevlî civîna Mûnîxê nebibû.
Di civîna Mûnîxê de, lîder û rayedarên welatên cîhanê li ser arîşeyên ewlehiya cîhanê û rêkarên nehîştina wan arîşeyan gotûbêj dikin.
Îro li Mûnîxê, civîna welatên dostên Sûriyê tê lidarxistin û dê li ser rewşa Sûriyê û çawaniya nûdestpêkirina civîna Jenêvê were axaftin.
Sêyemîn civîna Jenêvê (Jenêv-3), roja 29ê meha borî ya îsal dest pê kiribû lê piştî 5 rojan cardin hatibû paşxistin. Li gorî ku nûnerê NY yê Sûriyê gotibû, Jenêv-3 dê 25ê vê mehê dîsa dest pê bike.
Rudaw
