Li Dêrsimê artêşa Tirkiyê dest bi operasyonek berfireh kir
Yekîneyên taybet ên artêşa Tirkiyê li Newala Çemê Munzirê li devera Pira Veng a Dêrsimê, li dijî endamên PKKê operasyona ku dabû destpêkirin berfirehtir kir.
Bi sedan leşker bi dehan wesayîtên zirhî tevlî operasyonê bûn. Di operasyonê de dedektor û kûçikên perwerdekirî jî hatin bikaranîn.
Leşkeran hinek teqemeniyên ku par havînê di bin rê de hatibûn bicihkirin, pûç kirin. Di dema pûçkirina wan teqemeniyan de riya bejahî ya Dêrsîm-Pilûrê demkurtî ji hatûçûnê re hat daxistin.
Herwiha devera navborî ji aliyê helîkopterên şerî ve jî hat bombebarankirin. Li aliyê din helîkopterên ji corê skorsky jî leşker danîn ser gir û derên bilind.
Rudaw
