Nêçîrvan Barzanî: Pêngavên Hikûmetê ji nectarine û wê demkî bin
Îro 10 Sibatê Nêçîrvan Barzanî di du civînên cuda de ligel berpirs û kadirên PDKê ji temamî leqên PDKê li sînorê parêzgeha Hewlêrê ser bi Encûmena Serkirdayetiya parêzgeha Hewlêrê ya PDKê û firekesyona PDKê di parlemenê Herêma Kurdistanê de û behsa qeyrana darayî li Herêma Kurdistanê kir.
Di civînan de Cîgirê Serokê PDKê bi dirêjayî behsa rewşa îro ya Herêma Kurdistanê û bandora qeyrana darayî li ser Herêma Kurdistanê bigiştî û bitaybet bandora xwe li ser jiyana mûçexur û welatiyên Herêma Kurdistanê kiriye, herwiha ronî da ser sedemên vê qeyranê ku ji birîna buceya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve ji sala 2014 ve heta hatina çekdarên DAIŞê û hatina derdora 1 milyon û 800 hezar penaber bo Herêma Kurdistanê û dawî sedem jî ku bandorek gelekî xirab li rewşa Herêma Kurdistanê kir daketina nirxê petrolê bû di bazarên cîhanê de, ev yek ne bitenê bandora xwe li ser Herêma Kurdistanê heye belkî li ser hemû welatên ku dahatê wan ji petrolê ye.
Nêçîrvan Barzanî spasya xweragiriya gelê Kurdistanê û bitaybet xweragiriya mûçexuran kir, herwiha spasya endam û kadirên PDKê û firekesyona wê di parlemen de kirk u wan rolekî serekî di parastina aramiya Herêma Kurdistanê dîtiye û tekezî kirk u Herêma Kurdistaê dê vê qeyranê derbasbike wek gelek qeyranên din û got: “Tevî ji sala 91 de Kurdistan di qeyranek sext wek a nih derbas nebûye lêbelê asoya Herêma Kurdistanê ronî ye û tekez wê vê qeyran derbas bike.”
Di berdewamiya axaftina bo berpirs û kadirên PDKê û endamên firekesyona wê di parlemen de Barzanî bi girîngî zanî berdewamiya pêwendiyên navbera Bexda û Hewlêrê de, bitaybet ku Iraqê bi hemû şêweyî rehendekî siyasî, aborî û bazirganî yê girînge bo Herêma Kurdistanê û divê pêwendiya me ligel wan başbe û divê girîngî bi pêwendiyên me ligel Iraqê were dan.
Herwiha ronî da ser pêngavên neçar yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jibo çareserkirina qeyrana darayî û derbasbûna vê rewşa niha ya Kurdistanê. Barzanî tekez kirk u ew Hikûmet dizane ev pêngavên hikûmetê banodr li jiyana xelkê Herêma Kurdistanê kiriye lêbelê ev riya hikûmetê daye ser jineçarî ye jibo derbasbûna vê rewşa demkî. Daxwaz jî kirk u hemû beşên civatê bi hikûmetê re alîkar bin jibo em karibin bi şêweyekî serkeftî vê rewşê derbasbikin.
Di dawiya herdu civînan de berpirs û kadirên PDKê çend têbînî û nerîn xwe derbarê mûçe û rewşa darayî ya Herêma Kurdistanê anîn ziman û amdebûyên civînê ew têbînî û nerîn gotûbêj kirin.
Basnews
