• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya malbata şehîd Ferîdûn Ciwanroyî kir

Gulan Media February 10, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya malbata şehîd Ferîdûn Ciwanroyî kir
Roja çarşem 10.02.2016 li Selahedîn, birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya malbata şehîdê Fermande Ferîdûn Ciwanroyî kir.

Li hevdîtinê de Serok Barzanî carekî din hevxemiya xwe bi malbata şehîd Ferîdûn Ciwanroyî ragihand û rola şehîdê serkirde Ferîdûn Ciwanroyî bilind nirxand ku hemû temena xwe ji bo xizmeta gel û welatê xwe terxan kir û li şerê dijî terorîstên Da'îş erkê xwe ya li bergirîkirina axa Kurdistanê li mîhwera Xazir qehremanane û gelek bi serkeftî encam da.

Malbata şehîd Ferîdûn Ciwanroyî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe yên ji bo hevxemiya Serok Barzanî, sozê dan ku li ser rêbaza şehîd ya ji bo parastina welat û xizmeta gel de berdewam bin.

Top