Serok Barzanî pêşwaziya malbata şehîd Ferîdûn Ciwanroyî kir
Li hevdîtinê de Serok Barzanî carekî din hevxemiya xwe bi malbata şehîd Ferîdûn Ciwanroyî ragihand û rola şehîdê serkirde Ferîdûn Ciwanroyî bilind nirxand ku hemû temena xwe ji bo xizmeta gel û welatê xwe terxan kir û li şerê dijî terorîstên Da'îş erkê xwe ya li bergirîkirina axa Kurdistanê li mîhwera Xazir qehremanane û gelek bi serkeftî encam da.
Malbata şehîd Ferîdûn Ciwanroyî ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe yên ji bo hevxemiya Serok Barzanî, sozê dan ku li ser rêbaza şehîd ya ji bo parastina welat û xizmeta gel de berdewam bin.
