Serokwezîr sersaxiyê ji kes û karên qurbaniyên bûyera Hotêla Kapîtol dike
Kato kêfxweşiya xwe ji bo serdankirina Herêma Kurdistanê nîşanda û sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku termê qurbaniyên bûyera agir berbûna senterê mesaja Hotêla Kapîtol li Hewlêrê bo Flîpînê şandiye û dest bi lêkolînê jî kiriye.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behî û serxweşiya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihande hikûmet û gel û kes û karên qorbaniyên vê bûyerê, û berpirsê kar û barê Baliyozxaneya Flîpînê piştrast kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên têlkdar hemû hewlekê didin ji bo lêkolîn û sizadana kesên ku xemsar bûne. Herweha amadeya Hikûmeta Herêmê jî nîşan da ji bo her cure alîkarî û vegerandina termê qurbaniyan.
Barzanî ev yek jî got pêwîtse mêkanîzmeka bi hêz navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Flîpînê ji bo pirsa welatyên Flîpînê hebe ku ji bo dabînkirina bijîvê jiyana xwe li Herêma Kurdistanê ne,bi taybetî asankarî bo hatin û çûna wan û lêpirsîn tevî wan kesan û girûpan bihê kirin ku li dervey welatî bazrganiyê bi wan dikin,bo vê yekê ku bikarin pêşiya wan bihê girtin û bi awayekê rasterast têklî tevî Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebe û bo vê pirsê jî aliyên têkldarên Herêmêi j bo alîkarî tevê aliyên Flîpînî hatine raspartin û ji îro ve karên xwe encam didin.
Li dawyê jî her du aliyan rewşa deverê bi giştî û Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybet û her wiha hijmarek babetên têkdar xistine ber behs û şirovekirinê
