Salih Mûslim: Barzanî birayême yê mezine
Salih Mûslim di hevpeyvîneke li gel Kurdistan 24 ê de ragehand, gelek car hatiye Başûrê Kurdistanê û her dema ku pêwîst bike yan jî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî daxwaz bike vê here Herêma Kurdistanê.
Herwaha Salih Mûslim amaje bi refrandûma Başûrê Kurdistanê kir û ji bo diyar kirina peyvendiyên Hewlêr û Bexdayê giringiya wê anî ziman û got: ‘’Gel biryar dide û gel çi bixwaze wê ev bibe. ‘’
Hevserokê PYDê ji bo Barzanî jî got: ‘’Birayême yê mezine û em karên baş jê hêvîdikin ji bo her çar parçeyên Kurdistanê. Ez hêvîdarim peyvendiyên Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê bihêz bibin û çareserî rast bikevin rê.’’
Herwaha li gor Mûslim cudabuna Kurdan li Sûriyê karekî ne di berjewendiya Kurdan de ye û diyar kir daxwaza sistemekî demokratîk û ji nawendparêzî dûr ji bo birêvebirina Sûriyê dikin.
Di derbarê pirsa nemana Beşar Esad de jî got: ‘’Beşar Esad wek Serokê Sûriyê pir giring nabînim. Ew kesên ku li derve de daxwaza çûna Esad dikin, gotinên pûç dikin. Ji ber ku mafê gelê Sûriyê li ser biryardana pêşeroj û Serokê welat heye. Bila gel biryara vê bide.’’
Basnews
