Kirîza PYDê kûr dibe – Tirkiyê gazî sefîrê Amerîkayê kir!
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîka, John Kirby duh li ser PYD û YPGê gotibû, em PYDê wek rêxistineke terorîst nabînin çimkî şervanên kurd (YPG) di şerê DAIŞê de pir serkeftî ne û emê li ser alîkarîkirina wan berdewam bin.
Piştî vê yekê, Wezareta Derve ya Tirkiyê gazî sefîrê Amerîka yê Enqerê John Bass kir û bi fermî nerazîbûna Tirkiyê li hember daxuyaniyên John Kirby ji Amerîkayê re ragihand.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu jî li dijî daxuyaniyên John Kirby nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, Amerîka PKKê dixe lîsteya terorê lê PYD, ku beşek ji PKKê ye, naxe lîsteya terorê. Em vê yekê qebûl nakin!
Heta niha gellek caran rayedarên Tirkiyê bi taybet Serokomarê wî welatî gotine, ji bo Tirkiyê ti ferqek di navbera PYD û PKKê de tine çimkî her du jî “rêxistinên terorîstî” ne.
Amerîka jî her carê bersiva wan daye û gotiye, em PYD û YPGê wek rêxistinên terorîst nabînin.
Rudaw
