Mesrûr Barzanî: Civaka Navnetewî berpirse li alîkariya Pêşmerge
Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvîneka li gel associated Press de ragehand, ji ber ku ji aliyê darayî ve pirsgirêk hene, ji Pêşmerge re mûçe nayê dayîn, lê Pêşmerge bi awayekî serkeftî li hember rêxistina terorist a DAIŞê rawestaye û ev yeka jî wek mûcîzeyekî dikare bê nirxandin.
Herwaha li gor Mesrûr Barzanî, civaka navnetewî berpirsyare birêkirina alîkariya leşkerî û darayî ji bo Pêşmerge û li gor vê jî berpirsên welatên rojava wek diyar dikin hêzên Pêşmerge şer ê herî mezin ê rêxistina terorî ya cîhanê dike, wê demê civaka navnetewî jî pêwîste berpirsyariya alîkariyan bigre ser milê xwe.
Rawêjkarê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê aşkera kir; Mafê gelê Kurdistanê yê serxwebûn û cudabuna Iraqê heye, Kurdistana Başûr naha serxwebûnê ranagehîne, lê mafê xwe heye wek hemû gelên din ên cîhanê mafê serxwebûnê bikar bîne.
Mesrûr Barzanî berpirsên hikûmeta Iraqê agahdar dike û dibêje, Eger bi çavekî wekhew nêzîkî Kurd û Ereb nebin û herêma Kurdistanê bidin aliyekî, nabe ku gilî û gazindan li rêveberên Kurd bikin. Pêwîste di çarçoveya Iraqê de çareseriyeke baştir bê dîtin.
Mesrûr Barzanî got: ‘’Pêkanîna referandûmê mafê rewa yê gelê Kurde. Her demekî Kurd guncaw bibînê ew mafê xwe dikare pêkbîne. Herwaha pêkanîna referandûmê ji bo diyarkirina peyvendiyên Iraq û Hewlêr û Bexdayê jî giringe.’’
Basnews
