• Friday, 20 February 2026
logo

Li Amed û Şirnexê, herî kêm 6 leşker û polîs hatin kuştin

Gulan Media February 10, 2016 Nûçe
Li Amed û Şirnexê, herî kêm 6 leşker û polîs hatin kuştin
Li bajarên Amed û Şirnexê, di encama şer û pevçûnan de herî kêm 6 polîs û leşker hatin kuştin. Di nav wan de fermandeyekî pilebilind jî heye.

Şeva borî li taxa Ataturk a bajarê Şirnexê, wesayîta zirhî ya hêzên polîs rastî êrişa çekarî hat, di encamê de polîsek hat kuştin yek jî birîndar bû.

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî, di navbera komek şervanên kurd, ku tê gotin ji Rojava derbasî Bakur dibûn, şer derket. Di wî şerî de leşkerek hat kuştin û 3 efser jî birîndar bûn.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî şer derket û leşkerek û polîsek hatin kuştin.

Ji aliyekî din, li navçeya Sûrê ya Amedê jî şeva borî li ber Minareya 4 Stûn (cihê ku Tahir Elçî hat kuştin), şerekî giran derket. Di wî şerî de fermandeyekî pilebilind hat kuştin. Tê gotin ku ew efserê hatiye kuştin, fermandeyê hêzên taybet bû.

Her wiha leşkerekî din jî ku li Sûrê birîndar bibû, li nexweşxanê can da.

Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Ekan Ala duh ragihandibû, dê li navçeyên Hezexa Şirnexê û Nisêbîna Mêrdînê jî dest bi operasyonê bikin.

Rudaw
Top