• Friday, 20 February 2026
logo

‘Hêzên Kurd firokexaneyek leşkerî li Rojava bi dest xistin’

Gulan Media February 10, 2016 Nûçe
‘Hêzên Kurd firokexaneyek leşkerî li Rojava bi dest xistin’
Hêzên Kurd û hevpeymanên li artêşa Sûriye ya Demokratîk firokexaneyekî leşkerî û gundên derdora wê li bajarê Helebê bi dest xistin.

Çavkaniyên leşkerî li bajarê Efrîna Kurdistana rojava ji BasNêwsê re ragehand ku; berbi sibeya roja çarşemê 10.02.2016 ê Hêzên Kurd dest danîn ser firokexaneya Mingda, ku firokexaneya leşkerî ya herî mezine li bajarê Helebê.

Li gor zanyariyên bi dest ketine, hêzên Kurd û Artêşa Sûriye ya Demokratîk di çend demjimêrande karîn çekdarên Ehrar El-Şam û Bereya Nûsra ku baskekî rêxistina terorist a El-Qaide ye têkbişkînin û wê deverê bidest bixin.

Hêzên Kurd beşekin ji Artêşa Sûriye ya Demokratîk, ku Amerîka jî piştgiriya leşkerî ji wan re dike û bi armanca şerkirin û rizgarkirina bajarê Reqaya wek paytexta rêxistina terorî ya DAIŞê tê zanin li Sûriyê, ji bo bidestxistina wî bajarî hatiye avakirin.

Basnews
Top