• Friday, 20 February 2026
logo

Serokê MHPê: Piştî Sûriyê wê Tirkiyê rastî şerê navxweyî bibe

Gulan Media February 9, 2016 Nûçe
Serokê MHPê: Piştî Sûriyê wê Tirkiyê rastî şerê navxweyî bibe
Serokê Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) Dewlet Baxçelî piştî ku 2 mehan bi sedema nexweşiyê ji karê xwe mabû, carek din li pêşiya firekesyona partiya xwe di parlemenê Tirkiyê de axifî û êrîş bire ser piroseya çareseriyê û hişyarî da ku piştî Sûriyê wê şerê navxweyî li Tirkiyê rûbide.

Baxçelî behsa serdana Cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden bo Tirkiyê kir û got: “Wî ji Tirkiyê xwestiye ku rih li piroseya çareseriyê vegerîne, lêbelê ez ji Tirkiyê re tekez dikim ku ev pilaneke û piştî Sûriyê wê şerê navxweyî li Tirkiyê derkeve.” Herwiha rexne li hikûmeta AKPê kirk u, wê di siyaseta xwe ya derve de şikestin aniye.

Derbarê pilana hikûmeta Tirkiyê jibo çareser kirina pirsgirêka Kurd li Tirkiyê ku vê dawiyê hikûmetê ew di deh xalan de belav kiribû, navborî got; ev plan heman plana di rêkeftina Dolmebaxçe de htiye û ti cudabûn têde tineye.

Serokê MHPê got: “Welatên Ewrûpa û amerîka dixwazin armancên xwe pêbînin û dîrokê paşde vegerînin, ew dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn bugherin, Tirkiyê jî ji vê yekê wê gelekî zerermend be û wê ber bi dabeş kirinê ve biçe.”

Basnews
Top