• Friday, 20 February 2026
logo

Serokwezîr nûnerê taybetiyê NY li ser rewşa herêma Kurdistanê haydar dike

Gulan Media February 9, 2016 Nûçe
Serokwezîr nûnerê taybetiyê NY li ser rewşa herêma Kurdistanê haydar dike
Nûnerê taybetiyê sekreterê giştiyê Neteweyên Yekgirtî (NY) li Îraqê Jan Kobîş û berpirsê ofîsa NY li herêma Kurdistanê Sogul Kundî, roja sêşemiyê 09.02.2016ê li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

Di hevdîtinekê de, dawî pêşhat û pêşveçûnên leşkerî û siysî yên li deverê bi giştî û li Îraq û herêma Kurdistanê bi taybetî diqewimin gotûbêj kirin. Herwesa di hevdîtinê de behsa serdana şandeya herêma Kurdistanê a bi serokatiya serokwezîrê herêma Kurdistanê bo Bexdayê û dîdar û hevdîtinên bi barpirsên balayên hikûmet Îraqê re hat kirin û her du aliyan berdewamiya serdan û diyaloga navbera Herwlêr û Bexdayê ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan bi pêngavên giring wesif kirin.

Nûnerê YNê behsa armanca serdana xwe ya bo Hewlêrê kir û got ku, berî ew biçe baregayê sereke yê NY li Nyo Yorkê, serdana herêma Kurdistanê kir daku ji nêzîk haydasrî rewşa herêma Kurdistanê di hemû waran de bibe.

Nêçîrvan Barzanî sipasiya Sogul Kundî berpirsê ofîsa NY li herêma Kurdistanê ku, wezîfeya wî li herêma Kurdistanê bi dawî tê, û ew kar û xebatên di dema karkirina xwe de li herêma Kurdistanê ancam dane kir û hêvî kir ku di karê xwe yê nû de serkeftî be.

Behsa êrîş û metirsiya terorîstên DAÎŞ û hatina hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan bo herêma Kuridstanê û sedemên serhildanan kirîza êkonomî kir û hêvî kir ku civaka navdewletî di warê leşkerî, însanî û çareserkirina kirîza êkonomî de hevkariya hikûmeta herêma Kurodstanê bike.
Top