• Friday, 20 February 2026
logo

Heyder Ebadî: Deselata min li Kerkûk û Xurmatû nemaye

Gulan Media February 9, 2016 Nûçe
Heyder Ebadî: Deselata min li Kerkûk û Xurmatû nemaye
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di civînekê de gotiye; deselata min li ser Kerkûk û Xurmatû nemaye.

Endamê Komîteya Berevanî û Asayiş di parlemena Iraqê de Şaxewan Ebdullah ji BasNews re ragehand: “Piştî ku me li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mijara budceya Pêşmergeyên Kurdistanê, posta Cîgirê Wezareta Navxwe, û posta Serokerkanê Artêşa Iraqê ku ev postanan ji para Kurdane gotûbj kir, Heyder Ebadî daxwazên me red kirin û got bi hîç şêweyî ew mûçeyê Pêşmerge nadin.”

Navborî got: “Di wê civînê de Ebadî bi eşkere gort ku, ti deselata min li ser Kerkûk û Xurmatû nemaye, jiber piştî bûyerên dawî li Xurmatû min xwestye polîsê fedralî bo Xurmatû bişînim lêbelê Pêşmerge rê nedaye min, herwiha deselata min li Kerkpkê jî nemaye.”

Basnews
Top