• Friday, 20 February 2026
logo

'Li Polonya yê lêkolînêk li ser serxwebûna Kurdistanê pêktê'

Gulan Media February 9, 2016 Nûçe
'Li Polonya yê lêkolînêk li ser serxwebûna Kurdistanê pêktê'
Yekem car lêkolînekî yasay navnetewî ya bi nave Pirsa mîrasgirtina Rêkeftinên Navnetewî û egera Serxwebûna Kurdistanê li welatê Polonya birêve diçe.

Li gor malpera KDP.info Ziyad Reûf Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Polonya pirtûkeke zanistî çap dike û bi navê Rêkeftinên Navdewletî yên Dualî di egera Ragihandina Serxwebûna Kurdistanê (Di bin ronahiya rêkeftinên dualî yên Polonya) Iraq de. Ew pirtûk lêkolîneke zanistî di çaroveya yasaya navdewletî û rêkeftinameya Viyana ya sala 1978ê de ye, ku tê de komek pirsên girîng û rêkeftnameyên navdewletî hatine nirxandin.

Ev guhertinên mezin li ser asta cîhanê ku qewimî ne û bi taybetî li Ewropa piştî rûxandina Yekîtiya Sovyet sala 1989ê û perçebûna welatên mîna Çekoslovakya û Yogoslavya, bûn sedema giringîdan bi birsa bimîratgirtina rêkeftinameyan were dan. Herwiha banga serxwebûnê ji aliyê Kosovo û perçebûna Sûdanê mînakên din in li ser guhertina pirsa û rêkeftinameyên navdewletî ne.

Ew pirtûk mijareke din li xwe digire, ew jî serhildana welateke nû ye li Kurdistana Iraqê û çawaniya wergirtina bi mîratwergirtina yasa û rêkeftinên navdewletî. Di wê pirtûkê de lêkolîneke siyasî û yasayî li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin û behsa rewşa niha bo bangêştkirina serxwebûnê te de hatiye kirin.

Basnews
Top