‘Naha Dervey çiyayan, Amerîka jî hevkar û hevalê me ye’
Hewramî li Peymangeha Washingtonê beşdarî panelekê bû û derbarê peywendiyên navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê û herwiha piştîvaniya Amerîkayê bo serxwebûna Kurdistanê û şerê dijî DAIŞê de wiha axifî: "Berî niha Kurdan digot tenê çiya piştîvanên me ne, lê belê niha ji xeynî çiyan, Amerîka heval û piştîvanê me ye."
Hêmin Hewramî herwiha da zanîn ku hevkarîkirina zêdetir a Hêzên Pêşmerge bo rûbirûbûna çekdarên DAIŞê û têkşikandina wan karê serekî yê hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.
Basnews
