• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka bersiva Erdogan da: PYD ne terorîst e!

Gulan Media February 9, 2016 Nûçe
Amerîka bersiva Erdogan da: PYD ne terorîst e!
Wezareta Derve ya Amerîkayê bersiva Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan da û ragihand, Amerîka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) wek rêxistinek terorîst nabîne û dê li ser alîkarîkirina YPGê di şerê DAIŞê de jî berdewam be.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerêka, John Kirby, di civîneke rojnamevaniyê de bersiva pirsên rojnamevan da.

Rojnamevanekî ji Kirby pirsî: “Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan vê dawiyê li dijî serdana nûnerê Obama, Brett McGurk bo Kobanî nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, bila Amerîka bêje ka em şirîkê wan in yan terorsîtên Kobanî. Hûn dê tirkan hilbijêrin yan jî PYDê?”

John Kirby di bersiva wî rojnamevanî de got, Tirkiye endamê NATO ye û di şerê DAIŞê de jî rolek girîng dilîze. Çiqas ji destê me were emê bi Tirkiyê re hevxebat bin.

Li ser PYDê jî berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got, helbet ev cara yekemîn nîne Tirkiye fikarên xwe derheqê PYDê de tîne ziman. Lê eger biryar be em ji her duyan (Tirkiye û PYD) yekê hilbijêrin, emê li ast û şiyana wan di şerê li dijî DAIŞê de binêrin.

Rojnamevanekî din jî ji Kirby pirsî: Erdogan ji Obama re gotibû, “ez şirîkê te me yan terorîstên li Kobanî” Nêrîna te li ser vê yekê çiye?

John Kirby di bersiva wê pirsê de jî got, Tirkiye şirîkê me ye, em hevalbendên hev in û di vî warî de ti tengasiyek tine.

Wî rayedarê Amerîkayê anî ziman ku li gorî wan, PYD ne rêxistineke terorîstî ye ji ber ku şervanên kurd di şerê DAIŞê de pir serkeftî ne. Em bi êrişên asmanî alîkariya wan dikin û ev alîkarî jî dê bidome.

Rudaw
Top