Heftiya bi hev re jiyana aştiyane li Hewlêrê rêveçû
Wezîrê Ewqaf û Kar û bare Olî bi wekalet, Piştîvan Sadiq di peyvekê de xuyakir pêkhatiyên neteweyî û oliyên Herêma Kurdistanê di xweşî û nexeşiyê de bi hevre bûne ku yekbûna nîştîmanî û mirovahiya pêkhatiyên Kurdistanê pîlanên dujminan li hemû qunaxan pûç kiriye.
Wezîrê Ewqaf bi wekalet herweha got li hemû şoreşên Kurdistanê,pêşmergeyên kirîstiyanî û êzîdî û kakeyî mil bi milê pêşmergeyên muslman di sengerekê da bûn û eva ku îro bi dest hatiye, berhema bi hevre jiyanê ye ku di deverê de bê mînak e.
Herweha amaje bi vê yekê jî da ku bi hevre jiyan û aştiya civakî sedemê serekiyê seqamgîriya welat e ku berdewam bûna vê jî bo qunaxa niha gelek pêwîst e, bi taybetî ku Herêma kurdstaên berev briyara çarenvîs û refrandomê diçe. Serbxweyî bi mafekê serekiyê gelê kurdstaên daye zanîn ku çi bingeheka navdewletî dijî serbixweyê niye ku rûberê Herêma Kurdistanê bi qasî 30 welatên endamên Neteweyên Yekgirtî ye.
Herweha pesna rolê mamosta û kesatiyên olî kir ku pitir hewla bi hêz kirna riha bi hevre jiyanê û hesta nîştîmanî di nava gelê Kurdistanê didin,bi taybetî li şerê dijî terorîstên DAIŞê.
Rêveberê Kar û bare siyasiyê şandeyê Neteweyên Yekgrtî Merwan Elî di peyvekê de pesna rolê hêzên pêşmergeyên Kurdistanê kir ku li şerê dijî terorîstên DAIŞê, gelek serketin bi dest anîn û pareka zêdeya deverên bin deshilata terorîstan rizgar kirin.
Herweha sipasya Hikûmeta Herêma kurdstaên kir ji bo piştîvanî ji hijmareka zêdeya koçber û penaberên pêkhatiyên olî û neteweyî û mesebyên bajar û bajarokên Iraqê. ev yeke jî got ku Kurdistan li refa pêşîn bo berevanîkirin ji mirovahî û bi hevre jiyan û şerê dijî terorîstên DAIŞ daye.
Her di vê rê û resmê de hijmarek panel ji aliyê nûnerên oliyên Herêma Kurdistanê hatin pêşkêşkirn û dîtingehên xwe derbarê pêşeroja bi hevre jiyana olî li Herêma Kurdistanê pêşkeşkirn û hijmarek pêşniyaz jî xistine berçav.
Heftiya cîhanîya bi hevre jiyana olî, rê û resmeka taybet e ku salane li Iraqê bi alîkarîya Neteweyên Yekgrtî li hijmarek bajêran rêve diçe û armanca wê jî perepêdana kultûra aştî û nehêlana tundî û bi hev têgihştina olî û kultûrî ye.
