Çend terorîstên din li Hewlêrê hatin girtin
Civata ewlekariya Kurdistanê li Hewlêrê tîmeke din ya terorîstî binçav kir.
Duh civata ewlekariya Kurdistanê bi rêya weşandina daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku beriya çend rojekî hêzên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê li ber deriya bajarê Hewlêrê karîne tîmeke çend kesî ya terorîstan yên ku dixwestin bikevin nava bajarê Hewlêrê û li taxên curbicur yên vê bajarê de kiriyarên terorîstî pêk bînin binçav kirin.
Di daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku li gel ew tîma han piştîneke bombekirî jî hebûye ku xwestine li Hewlêrê biteqînin.
Li gor gotinên wan terorîstan ku li xwe mokir hatin, ev terorîst beriya ku dest bi amadekarî bo pêk anîna kiriyarên han yên terorîstî bikin li bajarê curbicur yên Kurdistanê de jiyan kirine.
