• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê kir

Gulan Media February 8, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê kir
Roja dûşem 08.02.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Eyad El Samerayî Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraq û navçeyê û guhertinên dawî û her wiha ew tehdîdên li ber pêkhatên Iraqê da heye xistin ber behs û guftûgoyan.

Li beşekî dinê vê hevdîtinê de di derbarê paşaroja Iraqê û çareserkirina kêşeyan û hereşeya terorîstan û destêwerdana derekiyan de danustandina bîr û ramanan kir.

Azadkirina Musil û qonaxa piştî ji navçûna Da'îş û karkirina hevdû nêzîkkirina pêkhatên neteweyî û olî bi taybetî li her dû parêzgeha Nînowa û Kerkûkê mijareke dinê civîna di navbera Serok Barzanî û Sekreterê Giştî yê Partiya Îslamiya Iraqê û şande li gel bû.

Top