• Friday, 20 February 2026
logo

Ebadî: Em mûçeyên pêşmerge nadin

Gulan Media February 8, 2016 Nûçe
Ebadî: Em mûçeyên pêşmerge nadin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî raghand ku dewleta Iraqê mûçeyên pêşmerge nade û serfermandariya artêşa Iraqê jî radestî kurdan nake.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî îro ligel Komîteya Asayiş û parastinê ya Parlamentoya Iraqê civiya. Hat ragihandin ku Ebadî daxwaza serokê komîteyê a ji bo dabînkirina mûçeyên pêşmerge red kiriye û gotiye ku ew ne mûçeyên pêşmergeyan didin ne jî serfermandariya artêşa Iraqê didin kurdan.

Ji sala 2003’an û vir ve kursiya serfermandariya Artêşa Iraqê bûbû pişka kurdan , lê dîsa bi biryara Serokwezîrê Iraqê Ebadî ev kursi ji kurdan hat standin.

Ev biryarên Ebadî piştî serdana şandeyeka pilebilind ku bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî 31’î meha borî çûbû Bexdayê hat. Di nav daxwazên şandeya ku serdana Bexdayê kiribû û bi Ebadî re hatibûn ba hev, dayîna mûçeyên pêşmergeyan jî bû.

Basnews
Top