YPGê bersiva Erdogan da!
Erdogan çend roj berê gotibû, ew çekên ku hêzên hevpeyman didin YPGê, dikevin destê gerîlayên PKKê û li dijî Tirkiyê tên bikaranîn.
Berdevkê YPGê Rêdûr Xelîl, bi daxuyaniyek nivîskî bersiva Erdogan da û got, Erdogan û medyaya AKPê bi belavkirina wan gotegot û nûçeyên derew dixwazin nakokiyan bixin navbera YPG û hêzên hevpeyman.
Rêdûr Xelîl her wiha diyar kir, serkeftinên YPGê di şerê DAIŞê de bûye sedema wê ku roj bi roj hêzên navdewletî girîngiyek zêdetir bidin YPGê, ji ber wê jî Erdogan dixwaze bi wan derewan, navê YPGê reş bike.
Wî rayedarê YPGê daye zanîn ku ti kesî çek nedaye wan, ew çekên xwe bi derfetên xwe peyda dikin her wiha beşek ji wan çekan jî di şerê DAIŞê de ketiye destê wan.
Rêdûr Xelîl li ser wê îdiayê ku çekên ku ji YPGê re tên şandin, derbasî Tirkiyê tên kirin jî wiha gotiye:
“Çekên di destê me de ji ti hêzên çekdar ên derveyî Sûriyê re nehatine şandin, tenê li hundirê Sûriyê hatine bikaranînm.”
Wî fermandeyê YPGê derheqê wan nûçeyên ku behsa hebûna navenda hevpar a YPG û hêzên rêjîma Sûriyê de jî got, ew nûçe hemû derew in.
Rudaw
