• Friday, 20 February 2026
logo

Xeyrî Bozanî : Civaka navnetewî û hikûmeta Iraqê Xemsarin

Gulan Media February 8, 2016 Nûçe
Xeyrî Bozanî : Civaka navnetewî û hikûmeta Iraqê Xemsarin

Rêveberê Karûbarê Êzdiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarê Olî Xeyrî Bozanî di kongreyekî rojnamevanî de ragehand ku civaka navnetewî û hikûmeta Iraqê bi xemsarî nêzîkî rewandina kiçên Êzdî ji aliyê terorîstên DIŞIê ve dibûne.

Xeyrî Bozanî di civîna rojnamevanî de got: ‘’Heta naha 21 gorên bi kom ê hemwelatiyên Êzdî li devrû berê Şengalê hatine dîtin. Di wan goran de 1293 term hatine dîtin û ewane belgeyên herî başin ku ew kiryarane jenosaîde.’’

Ew berpirsê navborî daxwaza pêkanîna dû konferansên ku yêk nawxeyî, yêk jî navnetewî yên ji bo alîkariya avakirina navçeyên ku hatine rizgarkirin kir û ragehand, daxwaz ji Hikûmeta Kurdistanê kirine ku qurbaniyên di jêr destê DIŞIê wek şehîd bên naskirin û yên xelas jî bune di bin çavdêriya civakî de alîkarî ji wan re bê kirin.

Herwaha Xeyrî Bozanî pêwîstiya konferansekî ji bo Êzdiyên Kurdistanê û cîhanê anî ziman û got: ‘’Pêwîste Mîr Tehsîn Begê mîr ê Êzdiyan beşdarî wê konferansê bike û karûbarê nawxeyî yên Êzdiyan jî bê rêxistin kirin.’’

Herwaha Xeyrî Bozanî daxwaz ji Mîr tehsîn kir ku, vegere Başûrê Kurdistanê û cihê ku li Almanya bijî, li nava xelk û miletê xwe de rune û karûbarên olî birêve bibe.

Li gor Bozanî di 6 mehên derbasbuyî de 70 hezar hemwelatiyên Kurdî Êzdî bi qaçaxî derbasî welatên Ewrûpa bune û 110 kes li derya ya Ege de xeniqîne û 460 kes jî çarenusa wan nediyare.
Top