Pisporekî Amerîka: Civaka navnetewî peyvendiya xwe bi Serwebûna Kurdistanê tineye
Mamostayê zankoya Amerîka ya Northwestern Elîzabets shakman hurd ragehandiye ku eger di encama tûndî û şerên naha li rojhilata navîn sinorekî dewletan bê kêşan ewa piroseyekî dem dirêj dixwaze.
Elîzabets shakman hurd di hevpeyvînekî li gel kovara Gulan de ragehandiye; Serxwebûna Kurdistanê ti peyvendiya xwe bi civaka navnetewî tineye, lê peyvendiya xwe bi dewletên herêmê re heye.
Li gor wî akademîsyenê Amerîka, Kurd ji bo serxwebûnê bi dest bixin, pêwîstî bi gotûbêjên dirêj li gel civaka navnetewî û bi taybet li gel Tirkiyê heye.
Herwaha li gor Elîzabets shakman hurd, sinorên rojhilata navîn pir pratîk nînin û wek destpêkê dariştin jî ne bihêze.
Elîzabets shakman hurd
Basnews
