Erdogan li Obama hêrs bû: Ez şirîkê te me yan Kobanî!
Erdogan, duh dema ji sefera Amerîka Latîn vedigeriya, di nav balafirê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Serokomarê Tirkiyê li ser daxuyaniyên rayedarên Rûsyayê, ku gotibûn Tirkiye xwe amade dike bikeve Sûriyê, hêrs bû û ji Rûsyayê re got, karê te çiye li Sûriyê? Te ew der dagîr kiriye. Tu bi qatilê 400 hezar kesî (qesta wî Beşar Esed e) re radibî û rûdinê. Tu li ser kuştina sivîlan berdewam î. Gef li ser Tirkiyê hene, helbet dê tedbîrên xwe bigire.
Li ser serdana nûnerê Obama bo Kobanî û hevdîtina wî bi rayedarên YPG û PYDê re jî Erdogan hêrs bû û got, ma emê çawa bi we bawer bikin? Ez şirîkê te me yan terorîstên Kobanî? PYD û YPG jî mîna PKKê, terorîst in. Emê vê yekê ji hemû cîhanê re bêjin. Divê ew jî bikevin lîsteya terorê.
Serokomarê Tirkiyê anî ziman ku ew xeletiyên ku Tirkiyê li Iraqê kiriye nabe li Sûriyê jî bike, çimkî eger wê çaxê (qesta wî Adara 2003 ye) parlamentoyê rê bida artêşê derbasî Iraqê bibûya niha rewşa Iraqê wiha nebû.
Nûnerê Obama, Brett McGurk roja 29ê meha borî serdana bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê kiribû û bi
rayedarên YPG û PYDê re hevdîtin pêk anîbû.
Rudaw
