HDP: Li Cizîrê dibe 60 kes hatibin qetil kirin
Li gorî agahiyên TRT’ê, operasyona han di navbera saet 17:00 û 19:00 de hatiye encamdan.
Li hember vê yekê, ajansa nûçeyan a DÎHA’yê ragihand, di wan demjimêran de ku ji aliyê TRT’ê ve hatiye behskirin, ti şerek li Cizîrê derneketiye tenê dengê teqînên bihêz hatiye bihîstin.
Ji aliyekî din, parlamenterê HDP’ê Feysel Sariyildiz, ku ji destpêka şer ve heta niha li Cizîrê ye, ji televîzyona Stêrk TV re got, du teqînên mezin li Cizîrê çêbûn. Paşê hat gotin ku “60” kes hatine kuştin lê em nizanin ka ev agahî rast in yan na. Em ditirsin hovîtiyek wisa qewimîbe.
Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyê Lütfî Elvan jî ragihand, operasyona Cizîrê li ber xilasbûnê ye û got, ez bawer dikim dê di nav çend rojan de xilas bibe.
Şandeke HDP’ê li gel çendek bijîjkan, ku dixwastin derbasî Cizîrê bibin,lê tenê karîn 40 kîlometrî nêzîkî bajêr bin, hêzên ewlehiyê nehîştin ew derbas bibin.
Rayedarên HDP’ê dibêjin, li gor agahiyên dighijin ber destê me, dewletê li wir komkujî kiriye
Parlamenterê HDP ê Şirnexê Ferhat Encü jî ji Rojnameya BasNûçe re ragihand ku 7 cenaze rakirine ji bo nexweşxaneyê. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê li avahiya li Kuçeya Bostanci ya Taxa Cudî ev 16 rojin 15 birîndar, 7 cenaze û 9 kes asê mabûn. Dihat ragihandin li heman taxê di avahiyek din de jî bi dehan birîndar hebûn û 9 ji wan di encama şewata topbarana dewletê de jiyana xwe ji dest dane. Duh jî zarokekî 16 salî ku birîndarbû xwest ji avahiyê tê de asê mayî derbikeve lê ew jî rastî êrişê hat û hate kuştin.
Walîtiya Şirnexê: 10 kes hatin kuştin
Walîtiya Şirnexê di derbarê şer û pevçûnan de daxuyaniyeke ji yek hevokê pêk tê da û ragihand û ku di encama operasyonên duh de 10 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Basnews
