Li Wanê jî pevçûnên navbera leşker û ciwanan destpê kirin
Li taxên Rêya Armûşê û Artêmetan a Wanê di navbera ciwanan û hêzên dewletê de duh êvarê pevçûn qewimî û hat ragihandin ku hetanî derengê şevê dewam kiriye.
Li gelek navçe û bajarên kurda, li hemberî êriş, dorpêç û komkujiya ku hêzên dewletê pêk tîne tê protestokirin.
Bi vê armancî duh li gelek taxên Wanê jî ciwan dagetin qadan û piştî mudaxeleya polêsan pevçûn derket.
Polêsên ku mudaxeleyê ciwanan kirin bi ava şîd û bombeyên gazê êriş kirin.
Hat ragihandin ku gel jî bi çalakiyên deng derxistinê piştgiriyê dane ciwanan û pevçûn heta derengê şevê berdewam kiriye.
