• Friday, 20 February 2026
logo

Konsulxaneya Erebistana Siudiya li Hewlêrê dihê vekirin

Gulan Media February 7, 2016 Nûçe
Konsulxaneya Erebistana Siudiya li Hewlêrê dihê vekirin

Biryar e bi van zûyane piştî vekirina Balyozxaneya Şanişîna Siudiya li Bexdayê,Konsulxaney vî welatî li Hewlêrê jî bihê vekirin.

Samir el-Sebihan Balyozê Siudiya li Bexdayê li daxuyaniyeka taybet bo malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê xuya kir di van rojane de Balyozxaneya welatî wî bi fermî li Bexdayê dihê vekirin û li Hewlêrê jî bi rê û resmeka hêja Konsulxaneya Şanşîna Siudiya dihê vekirin.

Sebihan her wiha got li destpêka karê dîplomasî li Îraqê serdana Herêma Kurdistanê kir û li hevdîtnên tevî berprsên siyasî û Hikûmet û pêkhatiyan haydarê rewşa pêkhatiya li Kurdistanê bû û pêdagirî li ser peyama aştîxwaziya welatê xwe kir.

Balyozê Siudiya pêdagirî li ser vê yekê kir ku Herêma Kurdistanê pêgeheka giring bo welatê wî herye û bo vê yekê jî amaje bi pêşwaziya germ ji Serokê Herêma Kurdistanê li demê serdankirina Siudiya kir ku tevî Paşa û berpirsên vî welatî civiyabû.

Ev yeke jî got ku welatê wî herdem bi yek çav berê xwe dide pêkhatiyên neteweyî û oliyên Îraqê û Kurdistanê û deverê ku li civînên tevî pêkhatiyan peyama aştî û bratiya Şanşîna Siudiya gihandiye hemûyan.

Li roja 18 Çileya 2016 û piştî qûtbûneka dirêj li têkliyên dîplomasî navbera Îraq û Siudiya,Samir el-Sebihan wek Balyozê nû li Bexdayê dest bi kir bû û lo yekem serdana xwe bo Herêma kurdstaên jî tevî Serokê Herêmê û Serokwezîr û pêkhatiyên olî û neteweyî yên Kurdistanê civiya.

Top