• Friday, 20 February 2026
logo

Mehmûd Sengawî: Herkesekî li gel serxwebûna Kurdistanê nebe ew miriye

Gulan Media February 7, 2016 Nûçe
Mehmûd Sengawî: Herkesekî li gel serxwebûna Kurdistanê nebe ew miriye
Fermandarê bereya Germesêrê yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ragehand, herkesekî li gel serxwebûna Kurdistanê nebe, ew miriye

Endamê Polît Bûroya YNKê û fermandarê bereya Germesêrê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mehmûd Sengawî di hevpeyvînekê de li gel K24ê de ragehand; Beşdariya referandûma gelê Kurdistanê dike û bi 10 tiliyên xwe we mohr dike.

Li gor Mehmûd Sengawî herkesekî daxwazî wî ya azadî û serxwebûna netewa xwe nebê , ewa kesekî miriye.
Mehmûd Sengawî got: ‘’Divê em hemû li gel dewleta Kurdî de bin. Ji ber ku referendum û serxwebûn mafekî rewa yê gel e.’’

Herwaha li gor Mehmûd Sengawî eger di vê demê de referendum li navçeyên ku rûniştwanên wê Erebin lê ketine bin kontrola Pêşmerge de jî referendum bê kirin vê serbikeve û ew Erebane jî vê xwe li ser dewleta serbixwe ya Kurdistanê pênase bikin.

Piştgirî kirina Mehmûd Sengawî li referendum û cudabuna Kurdistana Başûr li Iraqê, piştî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji hêz û aliyên siyasî daxwaz kir ku berî hilbijartina Amerîka bê pêkanîn biryara pêşeroja Kurdistanê bê dayîn û ew yêka kete rojeva hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê û cîhanê.

Basnews
Top