• Friday, 20 February 2026
logo

Di meha derbasbûyî de 134 welatiyên Kurd bûne qurbaniya koçberiyê

Gulan Media February 7, 2016 Nûçe
Di meha derbasbûyî de 134 welatiyên Kurd bûne qurbaniya koçberiyê
Yekîtiya Giştî ya Penaberên Iraqê ragehand ku, di meha derbasbûyî de 134 welatiyên Kurd ji Herêma Kurdistanê li ser koçberiyê bo Ewrûpa di deryaya Ega de jiyana xwe ji dest dane.

Serokê Yekîtiya navborî li Herêma Kurdistanê Deştî Cemal, îro 6 Çile di kongireyekî rojnamevanî de ragehand ku, behtirê wan qurbaniyan jin û zarokin. Daxwaz ji rêxistinên navdewletî kir ku ew qaçaxçiyên Tirkiyê siza bikin û fişarê li Hikû eta Tirkiyê bikin jibo ku ew rê li qaçaxçiyan bigrin.

Li gorî hin zaniyariyan hindek ji wan qaçaxçiyan, belemeyên ku koçberan pê vedughêzin kun dikin jibo ku penaber bixeniqin û hemû pereyên wan bibin piştre jî xeberê didin polis.

Navborî ku kongireya xwe li bajarê Silêmanî lidarxistibû got: “Sedema serekî ku dihele xelkên Herêma Kurdistanê ji welatê xwe koçber bibe rewşa xirab ya darayî ku niha Kurdistanê têre derbas dibe.

Basnews
Top